Bexda, navê Herêma Kurdistan guhert!

Hikûmeta Ebadî di proje yasaya budceya giştî ya sla 2018ê de navê herêma Kurdistanê wek ‘’Hikûmeta Parêzgehên Kurdistanê’’ pênase kiriye.

02.12.2017, Cts - 11:52

Bexda, navê Herêma Kurdistan guhert!
Nuçe Belav bike

Parlamentera fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Eşwaq Caf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di proje yasaya budceya giştî ya Iraqê di sala 2018ê de hikûmetê dubare bo parlamentoyê şand, hikûmeta herêmê wek hikûmeta parêzgehên herêma Kurdistanê pênase kiriye, beşa budceyê jî li gor rûniştvanên her parêzgehekê dê bê dayîn.’’

Herwaha got, wek salên berê budce bo kirîna çek û teqemenî û keresteyê leşkerî bo wezareta navxwe, berevaniya Iraqê, îstixbarat û milîsên heşdî şeibî hatiye cuda kirin, lê yek dînar bo Pêşmerge tê de tineye.

Di proje yasayê de tenê deyn ango qereke kevin têde heye bo elektrîka Kurdistanê, ew jî hatiye gohertin bo projeya avê li Helebçê û budceya wê jî 22 milyon dolar e.

Herwaha Eşwaq Caf aşkera kir, deyneke banka navendî heye ku 500 milyon dolare û ji wê deynî jî tenê 1.6 milyon dolar bo herêma Kurdistanê hatiye cuda kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x