Bi mehneya erdhejê destûra derbaskirina Heşdî Şabî hat dayîn!

Berpirsê Ofîsa Xaneqîn ya PDK\'ê ragihand ku hinek YNK\'yî bi mehneya alîkarî gihandina mexdûrên erdhejê izna derbasbûna karwana leşkerî ya Heşdî Şabî hatiye dayîn.

18.11.2017, Cts - 13:33

Bi mehneya erdhejê destûra derbaskirina Heşdî Şabî hat dayîn!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku Basnews\'ê de cih digire û vî nûçeyê dispêre Berpirsê PDK\'ê li bajarê Xaneqînê, Şêx Ceifer Şêx Mistefatê gotin ku, roja 16\'ê vê mehê YNK\'ê 20 otomobîlên Heşda Şeibî bi hêceta gihandina alîkariyên mirovî bo mexdûrên erdhejê, derbasî Xaneqînê kiriye û ji wir jî biriye Derbendîxanê.

Şêx Ceifer her wiha got, ew çekdarên Heşda Şeibî çûne devera Bemo ya Derbendîxanê û vegeriyane. Her cihê ku YNKê lê hebe Heşda Şeibî bê şer û tirs diçin û tên!

Her wiha Qaymeqamê bajarê Kelarê Şehab Hacî Ehmeddi derbarê vê mijarê got, haya me ji hatina wê hêzê nebû lê dema ji Kelarê derbas bûn asayişê em agahdar kirin. Jixwe berpirsê YNK\'ê yê Xaneqînê Şêrko Mîrwesy jî bi wan re bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:52:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x