Careke din agir bazarê Lengê yê Hewlêrê ket

Îro danê sibê careke din agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê ket û di encamê de hejmarek dikan şewitîn.

08.04.2024, Pts - 09:12

Careke din agir bazarê Lengê yê Hewlêrê ket
Nuçe Belav bike

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrewdelî ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 7:50 careke din agir bi bazara Lengê ket û tîmên Berevaniya Şaristanî hewla kontrolkirina agir didin

Mîrewdelî amaje bi wê kir, sedema agir ne diyar e, lê belê vê carê agir ji cara berê berfirehtir bûye û tîmên wan hewla kontrolkirina agir didin.

Pêştir şeva 27ê Sibata borî jî agir bi bazarê Lengê ketibû û di encamê de, 166 dikan şewitîne û zirareke madî ya mezin çêbû.

Bazara Lengê ya Hewlêrê, ji bazarên navdar yên Hewlêrê ye, pêştir di sala 2018an de jî agir pê ketibû û piştre bi şêweyekî modern hatibû nûjenkirin, bi sedan dukan lê hene û hejmareke mezin ya welatiyan karê xwe tê de dikin.

Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:37:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x