Dirustkirina qeyranan yek li dû yekê ligel Herêma Kurdistanê, dibe ku bijardeyek be ta ku hin aliyên siyasî hejmûna xwe ji alîgirên xwe re nîşan bidin, piştî ku nekarîn bi vî awayî xizmet ji wan re bikin. Ji ber wê jî xuya ye ti rêyeke din nedîtine, ji bilî ku serî li Dadgeha Federalî bidin, hinek pirsgirêkan derbixin û çend biryaran li dijî Herêma Kurdistanê bidin. Di encamê de ev gavan dê pirsgirêkên siyasî derbixe holê, ku gelek caran pisporên hiqûqî hişyarî derbarê wê de dane.
Şarezayê siyasî Feysel Rêkan dibêhe: “Divê Dadgeha Federalî nekeve bin biryarên hin aliyên siyasî, ku dibe bandoreke nerênî li ser rewşa siyasî bike, wek biryarên Dadgeha Federalî ku encamên metirsîdar li ser pêwendiyên di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê de çêkiriye.”
Ev biryarên Dadgeha Federalî tenê li gor daxwaza partiyekê tên derxistin û dibe ku encamên wê li ser avakirina hikûmetên paşerojê hebin, bi taybetî ew aliyên ku qeyranê bi Herêma Kurdistanê re çêdikin, ew heman hêz in ku piştî her hilbijartinan serî li Herêma Kurdistanê didin û erêkirina aliyên kurdî bidest dixin.”
Şîrovekarê siyasî Casim Xurabî got: “Hikûmeta niha û dewleta Iraqê bi lihevkirinekê pêk hatiye. Aliyên siyasî yên ku niha li dijî Herêma Kurdistanê ne, di salên berê de dema ku hikûmetên xwe ava kirin, li Hewlêrê civiyan û navenda rêkeftinan li Hewlêrê bû. Lê dema ku pêvajo gihîşt asta cibicîkirina sozan, astengiyan çêdikin.”
Daxwazên xelkê zêde dibin da ku rê nedin hin aliyên siyasî ta ku desthilatdariya dadwerî, di nav de jî Dadgeha Federal, ji bo biryarên ew dixwazin bikar bînin.