Civîna Fûad Mesûm ya li gel Barzanî û Talabanî despêkir
Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qûbad Talabanî dest bi civînê kir.
Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm îro li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî re civiya.
Her wiha tê gotin ku Mesûm piştî civîna xwe ya li gel Nêçîrvan Barzanî û Qûbad Talabanî biçe Pîrmamê û li gel Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî kom bibe.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:25