Cotyarên sinorê Pirdê li dijî qedexeya dirûtina berhemên xwe kom dibin

Artêşa Îraqê li sinorê komelgeha Pirdê bi ser cotyarên Kurd de girt û rê lê girt ku genim û cehên xwe bidirûn, herwesa li sinorê Pelkane û Sergeranê û gundên derdorên wan jî rêyê li cotyarên Kurd digire ku berhemên xwe bidirûn.

29.04.2024, Pts - 15:27

Cotyarên sinorê Pirdê li dijî qedexeya dirûtina berhemên xwe kom dibin
Nuçe Belav bike

Ev du roj in ku werzê dirûtinê li Pelkane û Sergeranê li sinorê Dûzê û gundên Saleyî yên girêdayî komelgeha Pirdê dest pê kiriye, lê wekî hemî salên borî bi biryara artêşa Îraqê dirûtin li cotyarên Kurd hatiye qedexekirin û rê lê tê girtin ku biçin nav zeviyên xwe jî.

Artêşa Îraqê haydarî daye cotyaran û jê re gotiye ku nabe berhemên xwe bidirûn, vê yekê jî cotyarên Kurd tûre û nîgeran kirine, lewma cotyarên gundê Gelozê yê sinorê Pirdê li ser rêya serekî ya Kerkûk - Hewlêrê kom bûne û radigehînin ku, eger rêgirî berdewam be, wan dê helwesteke din hebe û her wesa bêdeng namînin.

Heta niha artêşa Îraqê hejmareke cotyarên Kurdli devera Saleyî û çend cihên din girtine.

Cotyarekî ji K24ê re got, “Artêşa Îraqê her ji destpêka avêtina tovî bo nav zeviyan bi dermankirinê dijîtiya me kiriye û niha jî ku dema dirûtinê ye rêyê li cotyarên Kurd digire”.

Xwenîşanderkî din got, “Hikûmeta Îraqê ku alîkarî û piştevaniya cotyaran û çandina Kurdan nake, baştir e ku rêgiriyê jî neke”.

Cotyarekî danemir jî got, “Her tiştekî xirab li beranberî Kurdan dikin”.

Xwenîşander daxwazê ji berpirsên Kurd û nûnerên Kurd ên Bexdayê dikin ku bê cudahî li dû daxwaza cotyarên Kurd bên.

Piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê, artêşa Îraqê bedewam arêşe ji bo cotyarên Kurd çê kirine, her ji dema avêtina tovî li nav zeviyan heta dema dirûtinê. Gelek caran jî ji aliyê Erebên hawirde ve agir berdaye genim û cehên cotyarên Kurd berî ku bên dirûtin.

Vî nûçeyê tevayî: 143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:59:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x