Êdî gel dixwaze hemû partiyên Kurd rexneyê li xwe bikin!

Siyasetmedarê Kurd Bayram Bozyel bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û got "Li Rojhilata Navîn tenê Kurd dikarin bibin mîsogeriya demokrasi, aştî û aramiyê." Rojnamevanê kurd Mahmut Bozarslan jî diyar kir ku gel li dijî hemû partiyan nerazibûnên xwe bi awayekî eşkere nîşan dide û got, "Êdî gel dixwaze hemû partiyên Kurd rexneyê li xwe bigirin."

23.11.2017, Per - 13:45

Êdî gel dixwaze hemû partiyên Kurd rexneyê li xwe bikin!
Nuçe Belav bike

Pêvajoya referandûma serxbixwe ya Hereme Kurdistanê û encamên dawî bandorek çawa li ser Kurdan kir û di siberojê de wê rewşek çawa derkeve holê? Di derbarê vî mijarê de Siyasetmedar û rojnamevanan bersiva van pirsan wiha nirxand.

Cîgirê Serokê PSK'ê Bayram Bozyel li ser vê mijarê axivî û bal kişand ser pêvajoya referandûmê û got, "Gelê Kurdistanê bi awayekî pir xurt, vekirî û eşkere ji serbixweya Kurdistanê re got ‘erê'. Ev gaveke dîrokî bû. Gelê Kurdistanê bi hemû reng û cudahiyên xwe yên etnîkî û dînî îradeya dewletbûnê ji dinya alemê ra diyar kir. Tişteke muhim jî ew bû ku referandûma serbixweyê bi her awayî di rewşeke demokratîk, şefaf û di çavdêriya bi sedan kes û heyetên navdewletî de hat lidarxistin. Ev li ser navê gelê Kurd û ji bo Rojhilata Navîn cihê serbilindiyê bû. Encama referandûma serbixweyê çawa îradeya gelê Herêma Kurdistanê derxist holê, ew qasî jî bandoreke erênî li ser Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê kir. Baweriya azadiyê xurt, hestên neteweyî bilind kir."

Di berdevamiya axaftina xwe de Bozyel biryara Dadgeha Federal a Iraqê jî wiha şîrove kir: "Tu hêz û biryara tu dezgeyekê nikare encama referandûma Kurdistanê tune hisab bike. Di vê çarçoveyê de tu rewatiya biryara Dadgeha Federal a Iraqê tune ye ku encama referamdûma serbixweyê betal bike. Wek xuya ye, Dadgeha Federal a Iraqê di bin bandora hikumeta navendî de ye û biryara ku daye jî biryareke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Yên ku ne li gorî destura Iraqê tevdigerin ne Kurd in, hikumeta Bexdayê bi xwe ye. Ya din jî îradeya gelê Kurd ya di derbarê serbixwebûna Kurdistanê de him gaveke rewa ye him jî bi rê û rêbazên demokratik derketiye holê. Betalkirin an jî tunehisabkirina encamên referandûma serbixweyê ne pêkan e. Ji ber vê yekê jî tu wateya biryara Dadgeha Federal ya Iraqê tune ye."

Bozyel di dawiya axaftina xwe de got "Kurd divê rojek ji rojan zutir pirsgirekên nav mala xwe safî bikin, li hember dijminê xwe bi xurtî hev hemêz bikin û siyaseteke neteweyî pêkbînin. Herêma Kurdistanê mixabin piştê dagirkirina Kerkûkê û heremên di ji aliyê hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ve şikestek xwar. Moralê Kurdan xirab bû, Herêma Kurdistanê hêza xwe winda kir. Lê ev têkçun tişteke demî ye. Tifaqa ku piştê referanduma serxwebûnê li hember Kurdistanê çê bû, wiha nameşe. Dinya, di serî da jî hêzên rojavayî DYA û YE wê di demek nêzîk da giringiya Kurdistanê bibînin û mihtacî Kurdan bibin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn de tenê Kurd dikarin bibin garantiya demokrasi, aştî û aramiyê."

Her wiha Rojnamevanê Kurd Mahmut Bozarslan, ku ev demeke dirêj e vê mijarê ji nêzik ve dişopîne, di derbarê mijarê de ji çapemeniya Ewropayê re analîzan dinivîse. Bozarslan nêrina xwe ya di derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: "Beriya referandûmê kurd xwedî hêviyên xurt bûn û ev hêvî hat mezinkirin. Di nava gel de nêrîneke wekî ku dê piştî referandûmê dewleteke serbixwe were ragihandin û wê dewletên mezin jî piştgirî bidin, hebû. Heta êrîşa Kerkûkê ev nêrîn û hêvî hebû.

Bozarslan domandina axaftina xwe de diyar kir ku piştî êrîşa li dijî Kerkûkê û helwesta rayedaran ev hêvî tev xera bû û bêbaweriyek çêbû Niha gelê Herêma Kurdistanê siberoja xwe difikire. Gel li hemberî hemû partiyan bi bertek e. Ev 20 sal in ez diherim û têm, min cara yekem dît ku gel nerazîbûnên xwe bi awayekî eşkere û zelal nîşan dide. Min ev yek herî zêde di nava gelê Silêmaniyê mi dît. Vê pêvajoyê xeyalên Kurdan xera kir. Êdî gel dixwaze hemû partiyên Kurd helwestên xwe di ber çavan re derbas bikin û rexneyê li xwe bigirin."

Bozarslan dibêje piştî vê pêvajoyê wê destkeftiyên Kurdan zêde bibe û wisa axivî: "Ji bo kurdan hêj tiştek xilas nebûye û ev pêvajo wisa naçe. Ev pêvajo qezeya rê bû. Piştî vê qezayê dê kurd bi ser kevin. Hemû partî wê kemasiyên xwe bibînin û temam bikin. Bi rastî jî ev pêvajo di serî de dihat dîtin. Hemû cîhan li dijî vê biryarê bûn. Ne hat texmînkirin ku wê ew qasî giran be. Kurd di dawiya vê pêvajoyê de wê bi ser kevin û xurt bibin. Dewletên Ewropa ji ber hilbijartinên Iraqê piştgirî nedan kurdan. Li Iraqê naxwazin ku hikumeteke nêzikî Îranê bibe desthilatdar. Ji ber wê jî piştgirî didin Ebadî. Lê di vê pêvajoyê de dîtin ku Îran li Iraqê dibe xwedî hêzek. Her wiha dê Ewropa fikra xwe biguherîne û bere xwe bide kurdan."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:45:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x