Dadgeha Federalî ya Îraqê sererastkirinekê ji bo mûçexurên Herêma Kurdistanê dike

Dadgeha Federalî ya Îraqê sererastkirinekê ji bo bankkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dike.

29.04.2024, Pts - 10:19

Dadgeha Federalî ya Îraqê sererastkirinekê ji bo mûçexurên Herêma Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed duhî (Yekşem, 28.04.2024) peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de nivîsiye, “Dadgeha Federalî di vê heftiyê de sererastkirinekê dike ku welatiyên Herêma Kurdistanê wekî hemî welatiyên Îraqê maf di pirojeyê Banka Navendî ji bo bankkirina mûçeyan de heye, ku ev demeke zêde ye behs dikin û bizavê jê re dikin”.

Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Wekî çawa mûçexurên Hikûmeta Federalî li dû dilê xwe bankan ji lîsta bankên pejirandî hildibijêrin, mûçexurên Herêma kurdistanê jî eynî mafî heye”.

Ezîz Ehmed tekez jî kiriye, “Hemî bankên ku tevlî pirojeyê Hejmara Min bûne destûrî ji aliyê Banka Navendî ya Îraqê ve wergirtiye, piştî sererastkirina Dadgeha Federalî jî, bi hemî şiyanên xwe dê heta dawiyê berdewam bibin”.

Pêştir jî li roja 21ê vê mehê Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed di derheqa piroseya Hejmara Min de ragehandibû ku, li ser biryar û raspardeyên Banka Navendî ya Îraqê pabend in, ji bo piroseya bankkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê.

Ezîz Ehmed herwesa gotibû, “Di demekê de ku mûçexurên Îraqê maf heye li her bankeka ew bixwazin mûçeyên xwe werbigirin, çima welatiyên Herêma Kurdistanê ew maf nebe?”.

Pirojeya Hejmara Min a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û piroseya Tewtînê ya Hikûmeta Îraqê her du ji bo parvekirina mûçeyan bi rêya kartên bankan in, lê piroseya Hejmara Min ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê serperiştiya wê dike, tevî ku xerciya wê kêmtir e jî, mûçexur dikarin gelek feydeyên din jî jê werbigirin ku di pirojeya Tewtînê ya Hikûmeta Îraqê de nînin, wekî veguhastin, kirîna pêdivîtiyên rojane û weberhênan bazirganî bi bankên bawerpêkirî re, herwesa amûrên wergirtina pereyî ji bo mûçexuran 24 seetan bedrest in.

Yanî pirojeya Hejmara Min her wekî xizmetkariya Tewtînê ya Îraqî ye lê bi xizmetkariyên zêdetir û xerciyeke kêmtir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x