Dadwerekî ji bo Kurdistanê îstifa kir

Endamê Dadgeha Federal a Îraqê Dadwer Ebdulrehman Silêman, ji ber biryarên vê dawiyê yên li dijî mafên Herêma Kurdistanê, ji endamtiya Dadgeha Federal a Îraqê vekişiya.

12.03.2024, Sal - 16:58

Dadwerekî ji bo Kurdistanê îstifa kir
Nuçe Belav bike

Dadwerê Kurd Ebdulrehman Silêman îro li Hewlêrê civîneke rojnamegeriyê li dar xist û ragihand ku wî biryar daye ji endamtiya Dadgeha Federal a Îraqê vekişe.

Ebdulrehman Silêman eşkere kir ku sedema îstifaya wî ji ber biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federal a Îraqê yên li dijî mafên Herêma Kurdistanê bûye.

"Herêma Kurdistanê yekane herêma fermî ye"

Silêman diyar kir ku di heyama erka xwe de, wî ji bo bihêzkirina sîstema federal a Îraqê kar kiriye û got:

“Herêma Kurdistanê yekane herêma fermî ye ku li gorî destûrê hatiye naskirin û di nivîsandina destûra Îraqê de rola wê hebûye.”

Dadwerê Kurd herwiha got, “Min wekî nûnerê Herêma Kurdistanê di dema borî de li Dedgeh Federal kar kiriye.

Ez hêvîdar bûm ku di wê demê de wekî parêzvanekî baş ê Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê Îraqê de kar bikim.

Lê min nekarî li Dadgeha Federal a Îraqê mafên Herêma Kurdistanê biparêzim.

Divabû Dadgeha Federal a Îraqê piştgiriya bihêzkirina herêman bikira.”

Silêman herwiha amaje bi wê yekê kir ku Dadgeha Federal a Îraqê di hinek rewşan de biryarên ku sîstema federalî binpê dikin û li derveyî desthilata xwe derxistine.

Dadwerê Kurd Ebdulrehman Silêman eşkere jî kir, “Wekî nûnerên Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federal a Îraqê rola me hat lawazkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:16:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x