Dema bûkguhastinê li ber çavên kurê xwe hat kuştin

Li bajarokê Rizgariyê yê qezaya Sêmêlê ya Dihokê kesekî 49 salî dema bûkguhastinê li ber çavê kurê xwe hat kuştin.

04.03.2024, Pts - 06:03

Dema bûkguhastinê li ber çavên kurê xwe hat kuştin
Nuçe Belav bike

Îdrîs Remezanê 49 salî dema bûkguhastinê bi du guleyan hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Hebîb Îdrîsê kurê wî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bavê wî dema navbeynkarî dikir hatiye kuştin.

Hebîb Îdrîs da zanîn ku bavê wî li ber çavên wî hatiye kuştin û got, “Niha bavê şeş xwişk û birayan nîne.”

“Bavê min çû navbeynkariyê”

Hebîb Îdrîs wiha behsa bûyera kuştina bavê xwe kir:

“Gulê li serê bavê min ket û ket erdê. Ew bi hev çûn û bavê min çû navbeynkariyê.

Wî kesî jî dît ku bavê min navbeynkariyê dike lê gule lê reşandin.

Bila gule berdana hewayê li rasterast ber bi bavê min ve berdan heta ku ket erdê.

Bavê min bi zanîbûn hat kuştin, em ji hikûmetê dixwazin ku mafê wî winda nebe.

Pênc kes tawanbar in, em dixwazin her pênc bên girtin.”

Li hêla din, her du grûpên ku pev çûne ji ber meseleyeke civakî beriya niha bi çend rojan jî pev çûne.”

Her du alî pismamê hev in û aliyek ji wan nehatiye vexwendin lê ew çûne cihê bûkguhastinê û wan tevlihevî kiriye.

Muxtarê Rizgariyê Yunis Zahîr jî amaje pê kir ku pevçûna beriya niha ji ber meseleya berdana jinekê rû daye.

Li rexê din, hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya wî kesê birîndar baş e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 369 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x