Di civîna PDK û YNKê de biryara hevkariyê û lijneyeke hevbeş hat dayîn

PDK û YNKê diyar kir, herdu aliyan tekez kirine ku piştî destpêşxerî û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê, zemîneke guncaw ji bo gotûbêj û asayîkirin û pêşvebirina pêwendiyên navbera herdu aliyan û xebata ji bo vegerandina baweriya navbera herdu aliyan û hevkariya navbera aliyên siyasî bi rêya hevfêmkirin û gotûbêjê, pêk hatiye.

25.05.2022, Çar - 14:11

Di civîna PDK û YNKê de biryara hevkariyê û lijneyeke hevbeş hat dayîn
Nuçe Belav bike

Piştî civîna hevbeş a polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Serokatiya Herêma Kurdistanê ku îro 25ê Gulanê li hev civiyan, daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn.

Da daxuyaniya hevbeş a civîna polîtburoyên PDK û YNKê hat ragihandin ku di civînê de bi awayekî eşkere pêwendiyên herdu aliyan, rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê û zemîna hevkariya hevbeş û karê bi hev re, hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Herdu aliyan biryar dan, ku ji bo vê mebestê, civînên hevbeş ên herdu polîtburoyên PDK û YNK weke prensîpa karê bi hev re, berdewam bibin. Herwiha lijneyeke hevbeş a polîtburoya herdu aliyan hebe ji bo gotûbêjkirina li ser proseya hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku di civînê de tekezî li ser hevkarî û piştevaniya herdu aliyan ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyan û berdewamiya ragirtina helmeta ragihandina li dijî hev hatiye kirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x