K24ê li Silêmaniyê ragehand, “Piştî ku çekdarên Mihemedê Hecî Mehmûd bizav ji bo standina xaniyê Ebdilayê Hecî Mehmûd kir, ji aliyê zêrevanên Ebdilayê Hecî Mehmûd ve rê lê hat girtin û rûbirûbûneke dijwar di navbera wan de çê bû”.
Ebdilayê Hecî Mehmûd ji aliyê xwe ve ragehand, “Bi RPGyan êrîşî mala min hatiye kirin û kurê min birîndar e”.
Roja borî (Pêncşem, 04.04.2024) Kongireya Heştê ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê hat kirin û bi piraniya dengan Mihemedê Hecî Mehmûd careke din wekî serokê wê partiyê hat hilbijartin.
Berî wê kongireyê jî bi biryareke serkirdetiya wê hizbê, Ebdilayê Hecî Mehmûd û çend kadirên dî yên wê partiyê hatin dûrxistin û mafê tevlîbûna di wê kongireyê de jî pê nehat dan. Herwesa piştî guhertina peyrewê navxwe jî, hemî post ji aliyê endamên kongireyê ve hatin pirkirin.
Ebdilayê Hecî Mehmûd û endamên din ên mekteba siyasî û serkirdetiyê ku hatine dûrxistin di derheqa Kongireya Heştê ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê de amaje da, “Îro di pêngaveke dûr ji hemî pirinsîpên karê siyasî, bi îradeya kitekesî ya çend kes û koman bi navê kongireya neasayî ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê şanogeriyeke bêbingeh tê kirin”.