Dibe ku hikûmeta Kurdistanê were biçûkkirin

Parlamenterekî Kurdistanê dibêje, îhtimal heye qebareya hikûmeta Kurdistanê were biçûkkirin û çend wezaretên wê bên hilweşandin.

28.01.2018, Paz - 10:01

Dibe ku hikûmeta Kurdistanê were biçûkkirin
Nuçe Belav bike

Parlamenterê Kurdistanê û endamê firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, Firset Sofî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, pirojeya encamdana reforman niha li parlamentoyê ye û piştî ku ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin dê guhertinên mezin di hikûmetê de bên kirin.

Firset Sofî her wiha got, ne tenê hinek dezgehên hikûmetê dê bên guhertin îhtimal heye çend wezaret jî bên hilweşandin û qebareya hikûmetê were biçûkkirin û tenê 10-11 wezaret bimînin.

Wî parlamenterê PDKê anî ziman ku ew wek PDK bi temamî piştevaniya wê yekê dikin.

Hikûmeta Kurdistanê niha ji 21 wezaret û 10 dezgehên giştî pêk hatiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 942 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:48:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x