Dije Teror a Kurdistanê: Li Hewlêrê 7 terorîst hatin girtin

Dije Teror a Kurdistanê bi daxuyaniyekî aşkera kir, 7 terorîstên fermana girtina wan heyî li bajarê Hewlêrê hatine girtin û ew radestî Dije Teror a Iraqê hatine kirin.

21.11.2022, Pts - 13:39

Dije Teror a Kurdistanê: Li Hewlêrê 7 terorîst hatin girtin
Nuçe Belav bike

Îro 21.11.2022yê rêveberiya giştî ya Dije Teror a Kurdistanê bi daxuyaniyekî aşkera kir, 7 terorîstên ku fermana girtina wan heyî hatine girtin û ew radestî saziya Dije Teror a Iraqê hatine kirin.

Herwaha aşkera kir, terorîstên bi navên: ‘’Ehmed Ebdulqadir Yunis, Ehmed Fiyêl Elî Êalh, Behaeldîn Ebid Zibar Mihemed Silêman, Ebdula Ehmed Îbrahîm Ebdula, Mihemed Ebdalstar Necim Ebdula, Mihind Unî Mihemed Husên û Yunis Mehî Ewad Kavim, ku endamên çalak ên rêxistina terorîst a DAIŞê bûn, ji aliyê rêveberiya giştî ya Dije Teror a Kurdistanê li bajarê Hewlêrê hatine girtin.’’

Dije Teror a Kurdistanê ragehand: ‘’Ji ber daxwaza girtina wan kesane ji aliyê Dezgayê Dije Teror a Iraqê ve hebû, li ser daxwaza wê saziyê û bi fermana dadwer roja 20.11.2022yê ew terorîstane radestî saziya Dije Teror a Iraqê hatin kirin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x