Dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsa budce, mûçe û çend pirsên din çû Bexdayê.

29.04.2024, Pts - 09:49

Dîplomasiya Serokê Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê çend hevdîtinên girîng ligel berpirs û rayedarên Bexdayê pêk anîn.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir.

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî civiyan

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî hevdîtinek pêk anî.

Di civîna Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî de, serdana Sûdanî Amerîkayê, serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Bexda û Hewlêrê hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraqê û hewl û pêngavên hikûmeta Îraqê yên ji bo pêşxistina xizmetguzariyan hatin gotûbêjkirin.

Her du alîyan tekezî li ser giringîya berdewambûna gotubêjên avaker ên ji bo pirsên hevbeş ên navbera hukûmeta Îraqa û Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû

Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Sûdanî re beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê Çarçoveya Hevahengiyê bû.

Di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de pirsgirêke Serokatiya Parlementoya Îraqê, pêwendiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê, êrişa li Qada Gazê ya Kormorê, seredana Erdogan a Îraqê û Herêma Kurdistanê, serdana Sûdanî ya Washingtonê gelek babetên din hatin nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî hilbijartina serokê Parlementoya Îraqê gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Birêvebirina Dewletê bi Serokê Partiya Teqedûmê û serokê berê yê Parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî rewşa siyasî ya Îraqê gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniyê her du aliyan behsa rewşa dawî ya siyasî ya Îraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî herwiha hewlên ji bo hilbijartina serokê nû ya parlamentoya Îraqê gotûbêj kirin.

Ji bilî vê yekê Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, danûstandinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Letîf Reşîd pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir

Nêçîrvan Barzanî îro jî bi gelek berpirs û aliyên siyasî yên Îraqê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî li Qesra Selamê bi Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Reşîd re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, girîngiya parastina aramiyê, teşwîqkirina bipêşxistina sektora aborî û xizmetguzariyan, piştevaniya bernameya hikûmeta federal û diyalog û hevahengiya Hewlêr û Bexdayê hatin nîqaşkirin.

Barzanî û Reşîd tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û serkeftina diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên kir.

Di hevdîtinê de serdana Serokwezîrê Îraqê ya Amerîkayê û serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê û encamên van serdanan hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm civiyan

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinan de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê Emar Hekîm re jî civiya.

Di civînê de çend mijarên girêdayî Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin ku di nav wan de mûçe û budçeya Herêma Kurdistanê, destpêkirina hinartina petrolê û êrişa li Qada Gazê ya Kormorê hebûn.

Malîkî: Ez bi serdana Kak Nêçîrvan geşbîn im

Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî re civiya.

Malikî piştî civînê ji rojnamegeran re axivî û wiha got:

“Birayê hêja Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana me kir û mijarên girîng bi xwe re anîbûn û îradeyeke bihêz bi xwe rakiribû ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêk û aloziyan re.

Ez bi vê serdanê geşbîn im, ji ber ku ew bi xwe re vîna çareseriyê û bipêşxistina peywendiyan radike. Em dê ji vê serdanê dest pê bikin ji bo hevdîtinên firehtir.”

Nêçîrvan Barzanî û Zêdan pêşhatên dawî gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên li Bexdayê bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Faîq Zêdan re jî civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de pêvajoya siyasî û pêşhatên dawî yên Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya zêdetir di navbera desthilata dadweriya Îraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Amirî: Pirsgirêk roj bi roj tên çareserkirin

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Nebinî Hadi Amirî jî re civiya.

Hadî Amirî li ser civîna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re ji Rûdawê re axivî û got:

“Amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê di civînên birêvebirina dewletê de gelekî girîng e.

Armanca seredana Serokê Herêma Kurdistanê bihêzkirina pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ye.

Ew pirsgirêkên hene jî roj bi roj ber bi çareseriyê ve diçin.”

Hadî Amirî li ser pirsgirêka mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê jî axivî û da zanîn ku pirsgirêk hatiye çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Erecî rewşa ewlehiyê gotûbêj kir

Di çarçoveya dîplomasiya li Bexdayê Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Erecî re jî civiya.

Qasim Erecî, ji bo hewla çareserkirina pirsgirêkan di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî û Qasim Erecî, di civînê de rewşa ewlehiya Îraqê, metirsiya êrişa terorê, bandora aloziyên herêmê yên li ser Îraqê gotûbêj kirin.

 Her du aliyan tekezî li ser alîkarî û hevahengiya di nabera aliyên pêwendîdar ên Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

Nêçîrvan Barzanî û Muhsîn Mendelawî hilbijartinên Kurdistanê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî îşev bi Serokê Parlamentoya Îraqê yê bi wekalet Muhsîn Mendelawî jî re civiya.

Muhsîn Mendelawî û Nêçîrvan Barzanî  hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê, hilbijartina Serokê Parlamentoya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêngavên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û yasayên pêwîst li parlamentoyê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya diyaloga navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal nirxand.

Her du alî li ser giringiya hevkarî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de ji bo dabînkirina maf û berjewendiyên hemû pêkhateyên Îraqê û parastina aramî û îstîqrarê axivîn.

Di heyama mehekê de ev cara  duyem e ku Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsa budce, mûçe û çend pirsên din ji do ve li Bexdayê ye.

Vî nûçeyê tevayî: 141 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:57:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x