Dîroka hilbijartina Kurdistanê diyar dibe

Li gor çavkaniyên herêmî, îro piştî civîna nûnerên partî û endamên komîsyonê wê dîroka hilbijartina Herêma Kurdistanê diyar bibe.

07.02.2018, Çar - 06:31

Dîroka hilbijartina Kurdistanê diyar dibe
Nuçe Belav bike

Berpirsên hikûmetê û nûnerên partiyên li parlamentoyê îro bi endamên Komîsyona Balayî Bilind a Hilbijartinê re wê civînekê li dar bixin û piştî civînê wê dîroka hilbijartina Herêma Kurdistanê diyar bibe.

Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Begerd Talebanî di axaftina xwe ya derbarê mijarê de got: "Îro wê zîrweyeke sêalî were lidarxistin û piştî zîrweyê dîroka hilbijartina Kurdistanê diyar dibe."

Begerd Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo diyarkirina dîroka hilbijartinê em ê nêrînê ji partiyên siyasî ku grûbên wan di parlamentoyê de hene jî wergirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1491 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:01:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x