CNK: Dixwazin dûbare Kurdan bixin nav pelên dîroka reş

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) di derbarê geşedanên ku piştî pêkhatina referandûma Serxwebûna Kurdistanê de li herêmê qewimîne û têkildarî pêvajoya sîyasî ya li Herema Kurdistanê daxuyanî da.

26.10.2017, Per - 09:49

CNK: Dixwazin dûbare Kurdan bixin nav pelên dîroka reş
Nuçe Belav bike

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) balkişandin ser buyerên Herema Kurdistanê û ragihandin ku, \"Dixwazin kurdan careke din bixin nava rûpelên dîrokeke reş. Lê dewletên dagirker bila vê rastiyê ji bîr nekin ku kurd ne kurdên berê ne û serokê kurdan jî ne bi tenê ye.\"

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) têkildarî pêvajoya sîyasî ya li Herema Kurdistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku netewek, bi helwest û sekineke rast di nava pelên dîrokekî şoreşgerî de cihê xwe digre û wiha gotin: \"Netewa ku bi xwîna şehîdan hatiye şuştin, bi ramana netewî ji bo sêwiyên azadiyê dibe hêvî. Kurd wekî netew di her qonaxên dîrokê de bi komkujî û kuştinan re rûbirû mane. Lê tu carî serî netewandine.\"

Her wiha CNKê di berdewama daxuyanîya xwede balkişand ser êrişên li ser gele kurd û wiha ragihand: \"Her wek tê zanîn niha jî ji aliyê dewletên dagirker û piştevanên wan de Kurdistan hatiye dorpêçkirin û dixwazin kurdan carekî din bixin nava rûpelên dîrokeke reş. Lê dewletên dagirker bila vê rastiyê ji bîr nekin ne kurd kurdên berê ne ne jî serokê kurdan bi tenê ye.\"

CNK di berdewama daxuyanîya xwede piştgirî da Serokê Herema Kurdistanê Mesut Barzani û wiha got: \"Ev demeke hin dewlet li ser çapemenî û medyayên xwe êrişî Serokê Herêma Kuridstanê Mesut Barzanî dikin. Em weke CNK êrişa li ser Serok Barzanî em li ser hemû Kurdan û Kurdistanê dibînin. Barzanî tekane seroke li dijî dagirkerên Kurdistanê xwedî sekn û helweste. Barzanî Kurdistan bi xweye. Barzanî hêviya sêwiyên azadiyê ye. Ev êrişana dide xuyakirin kû nêzike Kurd ala rengîn di nava dilên dagirkeran de daçikînin. Harbûn û êrişkirina dagirkeran ji tirsa wan tê. Ew jî dizanin ku bi rêbertiya Barzanî ala rengîn li ser her bistek axa Kurdistanê tê daçikandin. Em canfîdayên cîbicîkirinên daxwaz û ramanên netewî yê Barzanî ne. Bijî fikr û ramana serokê nemir mele Mistefa Barzanî. Bijî serokê netewî Mesut Barzanî.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:46:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x