Îro 26.10.2017ê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, Iraq hewl dide desthilat xwe li ser Kurdistanê ferz bike.
Heyder Ebadî ku naha ji bo serdanekê li paytexta Îranê Tehranê ye, amaje bi vê yekê dike ku destpêşxeriya hikûmeta herêma Kurdistanê red dike û dibêje; ‘’Derveyî hilweşandina encamên referandûmê em bi ti tiştî razî nabin.’’
Berî naha di daxuyaniyekê de hikûmeta herêma Kurdistanê 3 pêşneyar bo hikûmeta Iraqê kirin, ku kar li ser bê kirin û pirsgirêkan çareser bike. Pêşneyar ragirtina şer, cemidandina encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê û destpê kirina guftûgo di navbera Hewlêr û Bexda de.