Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Bi hincetên bêbingeh êrişî sivîlan hat kirin

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrişa Îranê li Hewlêrê de belav kir û tê de diyar kir ku Îranê sivîl bombebaran kirin.

16.01.2024, Sal - 08:00

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Bi hincetên bêbingeh êrişî sivîlan hat kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniyê Supaya Pasdaran a Îranê duh saet demjimêr 23:30an bi çend mûşekên balistîk êrişî çend deverên sivîl ên Hewlêrê kir.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wekî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê pênase kir û got:

“Pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn:

“Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên mixalefeta Îranê bûye.

Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

Di heman demê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got:

“Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:29:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x