Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amarên mehekê yên bûyerên terorîstî belav kir

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amarên mehekê yên kiryarên DAIŞê belav kir.

05.11.2018, Pts - 08:08

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amarên mehekê yên bûyerên terorîstî belav kir
Nuçe Belav bike

Îro Yekşemê 4.11.2018 Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya Twitterê, amarên meha borî ji bûyer û êrîşên li Kerkûk û Mûsilê û derdora herdu parêzgehan belav kir, da zanîn ku, bûyerên teqandina otombêlên bombekirî, êrîşên çekdarî û revandin û terorkirina muxtaran û armanckirina wêstgehên kehrebê berdewamin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ew yek jî da zanîn ku, li ser rêya Kerkûk û Reşad, çekdarên DAIŞê çendîn teqîn encam dane û tenê di teqînekê de li nêzîkî Geyare, 40 kes bûne qurbanî.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku tenê di meha derbasbûyî de, 40 êrîş bi rêya bombeyên çandî hatine encamdan û nêzîkî 70 kes bûne qurbaniyên wan êrîşan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x