Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê teqîna îro de daxuyaniyek belav kir

''Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê gelek bi tundî vê kiryara terorîstî ya tirsonek şermezar dike û lêkolîn li ser vê mijarê dest pê kiriye.''

08.10.2022, Cts - 07:24

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê teqîna îro de daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser teqîna îro ya li Hewlêrê belav kir û ragihand: “Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê gelek bi tundî vê kiryara terorîstî ya tirsonek şermezar dike.”

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat diyar eşkerekirin: “Roja înê 7ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 12:20 de, li taxa Serbestî ya bajarê Hewlêrê di kiryareke terorîstî de efserekî Ajansa Parastin û Zanyarî / Zanyariya serbi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê yê bi navê Hawkar Ebdullah Resûl ku di dema borî de ji ber nakokî û milmilaniyên nav dezgeha Zanyarî erkê xwe veguhestibû bajarê Hewlêrê, bi rêya du bombeyên ku bi otomobîla wî ve hatibûn vedan, hat armanckirin û mixabin şehîd bû, di heman demê de çar kesên di otomobîlê de, ku hevjîna wî, du zarokên wî û xwişkeke wî, pê re bûn, birîndar bûn.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê gelek bi tundî vê kiryara terorîstî ya tirsonek şermezar dike û lêkolîn li ser vê mijarê dest pê kiriye û kesên ku vî karê terorîstî kirine, dê bigihin cezayê xwe yê yasayî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:53:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x