Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di civînê de ku li havîngeha Pîrmam birêve diçe, çendîn pirsên girêdayî Partî, Herêma Kurdistan û Iraq tên gotûbêjkirin û hilbijartin jî tewerekî sereke ji tewerên civîne ye.
Di civînê de, wê rewşa navxwe ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û rapora ofîsa hilbijartinan a Partî derbarê amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistan û amadekariyên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, pêwendiyên di nav Partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraq de bên gotûbêjkirin.
Pêşbînî heye piştî civînê, Encûmena Serkirdatiya Partî, bi daxuyaniyekê, naveroka civînê ji nerîna giştî re eşkere bike.