Erdogan piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya Bexdayê duh hat Hewlêrê.

23.04.2024, Sal - 09:49

Erdogan piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî
Nuçe Belav bike

 Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan tekez kir ku piştevaniya wan ji Îraq û Herêma Kurdistanê re berdewam bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya Bexdayê duh hat Hewlêrê. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî û hejmarek wezîr û berpirsan li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Erdogan pêşwazî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinên Erdogan de, pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê aborî, bazirganî û hevkariyên ewlehiyê de hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwediyên bi Tirkiyeyê re kir.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê her tim faktora aştî û aramiyê ye li herêmê û piştevaniya Tirkiyeyê ya di rojên dijwar ji bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo bipêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re anî ziman.

Mesrûr Barzanî tekezî li ser behsa derfetên kar û veberhênanê ji bo kompanyayên Tirkiyeyê di hemû waran de kir.

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan jî piştevaniya welatê xwe ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Erdogan herwiha amadehiya Tirkiyeyê ji bo zêdetir bipêşxistina pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re eşkere kir.

Di hevdîtinê de peymanên lihevkirinê yên Tirkiye û Îraqê, ewlehiya sînor, têkoşîna şerê li dijî terorê, pêşhatên dawî yên li herêmê bi giştî û mijarên di berjewendiya her du aliyan de ne hatin gotûbêjkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:15:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x