Serokkomariya Iraqê dauxyaniyek da û tê de ragihand ku "Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm serdana Serokê Şepêla Hikmetê ya Niştimanî Emar Hekîmî re civiya û pê re geşedanên siyasî û ewlekariyê li Iraqê û herêmê gotûbêj kir û herwiha pîrozbahiya Hekîmî kir ku kongreya yekem a şepêlê hat lidarxistin û serkirdayetiya wê jî hat hilbijartin.
Li gorî daxuyaniyê, civîn li ser pêwîstiya lezandina pêbaweriya navbera Hewlêr û Bexdayê sekinî û girtina rûpela nakokiyan û herwha teqez kir ku divê xebat ji bo diyalogeke bi biratî were kirin daku rêkeftinek pêl were ku hemû kêşeyên heyî di navbera herdû aliyan de çareser bike bi awayekî ku maf û berjewndiyên hemû welatiyan li ser bingehê destûr û biryarên dadgeha federal bên parastin.
Herwiha herdû aliyan diyar kir ku gelek giring e, hevkarî û lihevkirina di navbera pêkhateyên Kerkûkê de were xurtkirin ji bo ku hemû kêşeyên parêzgehê li ser astên birêveberî, ewlekarî û aborî werin çareserkirin û wan teqez kir ku "iraqî dikarin di vê babetê de bi ser kevin û ji bilî diyalogê ti çareserî tine."