Fazil Mîranî: Pêwîst e em yekrêz bin û destkeftên xwe biparêzin

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, heman zihniyeta ku piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê dixwest nemir Barzanî bidarve bike û teror bike, îro jî dixwazin destkeftên serhildanê bi awayekî din teror bikin.

05.03.2024, Sal - 16:20

Fazil Mîranî: Pêwîst e em yekrêz bin û destkeftên xwe biparêzin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazel Mîranî îro 5ê Adarê di gotarekê de ragihand, tevî hemû kêmasiyan, pêwîstiya me bi yekrêzî û parastina destkeftan heye.

Fazil Mêranî got: “Heman zihniyeta ku piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê dixwest nemir Barzanî bidarve bikin û teror bikin, îro jî dixwazin destkeftên serhildanê teror bikin.”

33 sal bi ser Serhildana mezin a gelê Kurdistanê re derbaz dibin, ku li 5ê Adara 1991ê çirîska yekê ya werçerxaneke dîrokî li bajarê derazînka Serhildanê geş bû û gelê Kurd li dijî zilm û stema rijêmê Beis serê xwe hilda.

Serok Barzanî di salvegera serhildanê de, pîrozbahî li malbatên şehîdan û Pêşmerge û tevaya xelkê Kurdistanê kir û ragihand, “Divê destkeftî û armanc û nirxên Serhildanê bilind bimînin û bên parastin û zêdetir bên bihêzkirin. Nabe ku di çi rewşand de û li bin çi givaştinan bên jibîrkirin û şêwandin”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 593 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:44:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x