Felah Mistefa: Divê civaka navnetewî ne siba îro bikeve tevgerê

Serokê nivîsgeha karûbarên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ku li Washingtonê beşdarî hin civînan bû, ji Amerîkayê xwest ku nûnerekî taybet bişîne ji bo ku di navbera wan û Bexdayê de navbeynkariyê bike.

21.11.2017, Sal - 12:58

Felah Mistefa: Divê civaka navnetewî ne siba îro bikeve tevgerê
Nuçe Belav bike

Birêveberiya Hikûmeta Kurdistanê, ji Amerîkayê xwest ku ji bo di navbera wan û Bexdayê de navbeynkariyê nûnerekî taybet erkdar bike. Wekî tê zanîn piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê têkîliyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê xera bibûn û gihaştibûn aste şer. Di serdena xwe ya Washingtonê de Felah Mistefa ji rojnemaya Wall Street Journal re axifî û got: "Em hest pê dikin ku em di jêr gefeke pir mezin de ne."

Di derbarê milîsên Heşdî Şabî ku li herêmên nakok bicih bûne de jî Mistefa diyar kir ku wî ji rayedarên Amerîkî xwestiye ku ji bo rakeşiya di navbera wan û Bexdayê de kêm bike divê zêdetir hewl bidin û weha berdewam kir: "Divê civaka navneteweyî mudaxil bibe. Û vê yekê ne sibe, divê îro bike. Mistefa parast ku divê Amerîka zêdetir mudaxaleyê bike da ku agirbesteke teqez di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de çêbibe û lê zêde kir; Bi taybetî ji hebûna li Herêma Kurdistanê ya koma milîsên şia Heşda Şabî ya ku Îran piştgiriya wan dike aciz in.

Piştî ku li deverên wekî Kerkûkê bi nakok jî referandûma serxwebûnê pêkhat, Artêşa Iraqê ya ku serkêşiya wê Heşda Şabî dike bi operasyoneke bilez hemû herêmên nakok ji kontrol kiribûn. Mistefayê ku got em dixwazin Heşda Şabî ji deverên bi nakok derkeve diyar kir ku milîsê şia îstîkrara Iraqê têk dibin û nifûza Îranê jî li herêmê zêdetir dikin û heye ku ev yek jî şer veguhêzê derveyî Iraqê jî." Ev rakêşî dê li Iraqê nemîne. Amerîka divê zêdetir bi Iraqê re eleqedar bibe ku ji sala 2003'an ve lê ye."

Mistefa li Amerîkayê ji bo piştgiriya Amerîkayê û Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Herêma Kurdistanê hevdîtina pêk tîne. Mistefa îro jî bi Şêwirmende Bergiriya Niştimanî yê Amerîkayê re hevdîtinê pêk tîne. Rayedarekî ji wezareta karên derve ya Amerîkayê de ji Wall Street Journal re axifî û piştrast kir ku ji Herêma Kurdistanê de daxwaza nûnerê taybet hatiye û ew jî dinirxînin.

Di heman dema daxuayniya Mistefa de Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bang li civaka navneteweyî kir. Di daxuyaniya nivîskî de ku tê de tê gotin ku, Hikûmeta Bexdayê ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê bi awayekî der hiqûqî firînê ji bo herêmê qedexe kirine bang li civaka navneteweyî tê kirin ku: "Em bang li civaka navneteweyî dikin, fişarê bibin ser rayedarên Bexdayê ku ambargoya li ser firînên navdewletî bê şert ^y merc rakin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:07:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x