Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê ragehandinek belav kir

Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê di ragehandinekê de daxwaz dike ku hilbijartin bi awayekî pakij û şefaf bên kirin û tevaya pêkhatan tevlî wê piroseyê bibin.

02.05.2024, Per - 10:13

Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê ragehandinek belav kir
Nuçe Belav bike

Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê herwesa daxwaz dike ku Tîma UNAMIyê û Civaka Navdewletî û çavdêrên navdewletî baştir û berfirehtir çavdêriya pirsoeya hilbijartinan bikin û ron kiriye, “PDK tekezê dike ku derfet ji bo birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî şefaf bê çêkirin û tevaya aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê tevlî wê bibin û ji sepandina îrade û encam û parvekirinên pêşwext dûr be”.

Di ragehandina Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê de hatiye, “Bi ecêbmayîneke zêde ve beyannameyek ji aliyê çend firaksiyonan ve li Civata Nûnerên Îraqê li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê derkeftiye, em wekî PDK tekezê li ser çend xalan dikin”.

Di wê ragehandinê de amaje jî hatiye dan, “PDK yekem hêza siyasî ya Kurdistanê bû ku bi rêya Serok Barzanî li Bihara sala 1991ê di kombûneke cemawerî de behsa wê yekê kir ku divê rewatiya şoreşgerî bi rêya hilbijartinan ji bo rewatiya destûrî û demokrasî bê veguhastin”.

Di xaleke din a wê ragehandinê de hatiye, “Ji sala 1992ê heta dawî hilbijartin, PDK serkeftiya yekê bûye û çi caran tirs ji hilbijartinan nebûye ji ber ku piştgerma endam û alîgir û dostên xwe û welatperwerên Kurdistanê ye”.

Firaksyiona PDKyê tekez jî kiriye, “Ev du sal in PDK daxwazê dike ku hilbijartin bên kirin lê hin alî û taybet ên ku niha beyannameyan dinivîsin baş dizanin kîjan alî rêgir bû ku hilbijartin bên kirin û kîjan alî bû digot ku digot: Eger hilbijartin bên kirin jî, em nahêlin sindoqên dengdanê ji Dêgeleyê hêrve bên danan û em nahêlin li sinorê Silêmaniyê hilbijartin bên kirin”.

Firaksyiona navbirî herwesa dibêje, “PDK herdem bi hilbijartinan re bûye û dê pê re be jî, bi şertekî ku îradeya xelkê Kurdistanê parastî be û ji pilanên pêşwext dûr be û ew têbînî û nerînên PDKyê têbîniyên neteweyekê ne û PDK bi piroseya hilbijartinan bi awayekî şefaf û dûrî desttêwerdanan e”.

Herwesa Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê ragehandiye, “PDK bi wê yekê re ye ku hilbijartin bi awayekî wesa bên kirin ku mafê tevaya pêkhatan parastî be û nabe pêkhatan ji Tirkmen û Kild û Aşûriyan li Civata Nûnerên Îraqê nûnerên xwe hebin û li Perlemana Kurdistanê bêpar bin”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:42:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x