Li gorî îdîaya Berdevkê Haşdî Şabî yê eniya bakur Elî Huseynî, malbatên ji Xurmatûyê û hinek navçeyên din reviyane her dema ku bixwazin dikarin vegerin û dê pêşwazî li wan bikin, lê ewên ku bêrêzî bi tirkmenan kirine li gora gotina wan, bi tu awayî rê nadin ew vegerin.
Ji aliyê din ve Berpirsê Bersivdana Raportên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihandibû ku nêzîkî 600 kesên sivîl di êrişên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê û qezaya Xurmatûyê hatin kuştin û 2 haletên destdirêjiyê jî hatine tomarkirin.
Her wiha Berpirsê Karên Mirovî li herêma Germiyanê Bêstûn Jaleyî jî di axaftina xwe de got: "Tiştên kul i Xurmatûyê qewimî enfaleke biçûk e ku hatiye serê kesên kurd. Armanca wê enfalê jî tunekirina nîjadî ye."