Helîkopterên Iraqê gundên Kurdan bombebaran dikin!

Piştî ku çend guleyên hawanê ketin nav navçeya Xurmato, Heşda Tirkmenî jî dest bi topbarana Çiyayê Hencîre kir. Paşî helîkopterên şer ên Iraqê dest bi bombebarankirina gundên Zenane û Dawûde yên navçeya Xurmato kirin.

12.12.2017, Sal - 10:45

Helîkopterên Iraqê gundên Kurdan bombebaran dikin!
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ku helîkopterên şer ên Iraqê gundên Zenane û Dawûde yên navçeya Xurmato bombebaran dikin.

Gundên Zinane û Dawûde heta niha jî di destê pêşmergeyên xwebexş de ye û ev hêz ji sedan malbatên koçberên Kurd ên Xurmatoyê pêk tê.

Hêjayê gotinê ye, ku îro Sêşemê 12-12-2017, çend guleyên hawanê li navenda Xurmatoyê ketin û li gorî zanyariyan çend çekdarên Heşda Tirkmenî hatine kuştin û çendek jî birîndar bûn.

Cîgirê Berpirsê Malbenda YNKê li Xurmatoyê Hesen Baram ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha jî nayê zanîn ka ew hawan ji ku derê ve avêtine Xurmato lê kuştî û birîndarên çekdarên Tirkmen hene. Piştî vê êrîşê Heşda Tirkmenî dest bi topbarana Çiyayê Hencîre kir.”

Ji 16ê Cotmehê ve ji ber êrîşa Heşda Şeibî bi dehan hezar nîştecihên Kurd ên Xurmatoyê koçber bûne. Li gorî raporên Rûdawê, çekdarên Heşda Şeibî gelek malên hemwelatiyên kurd talan kirine û şewitandine. Herwiha bareghahên partiyên Kurdistanî jî teqandine.

Piştî vekişandina pêşmerge, beşek ji pêşmergeyên xwebexş ên Xurmatoyê, ku hejmara wan digihe 500 kesan, li herêma Zinane û Dawûde hêzeke bi navê “Hêza Rizgarî” ava kirine.

Ji bilî pêşmergeyên xwebexş, li derdora Xurmatoyê hêzeke din a çekdarî peyda bûye, ku kes nizane ka ser bi kîjan rêxistinê ne. Tê gotin, ku hejmara wan jî zêdetirî 500 kesan e û di nava wan de Kurd, Ereb û biyanî jî hene.

Navçeya Xurmatoyê ser bi parêzgeha Selahadîn a Iraqê ye û 100kîlometre ji navenda parêzgehê dûr e. Beriya hatina Heşda Şeibî, hejmara şêniyên wî nêzîkî 220 hezar kes bûn, ku ji sedî 55 Kurd, ji sedî 15 Ereb û ji sedî 30 jî Tirkmen bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:24:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x