Herêma Kurdistanê: Ji bo maeşan tu pere ji Bexdayê nehatiye ji me re

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê li ser meseleya peredayîna Bexdayê ya ji bo maeşan got ku “tu pere ji me re nehatiye.”

01.02.2018, Per - 12:29 [ Güncellenme: 01.02.2018, Per - 13:27 ]

Herêma Kurdistanê: Ji bo maeşan tu pere ji Bexdayê nehatiye ji me re
Nuçe Belav bike

Kirîza peredayîna di navbera Herêma Kurdistanê û Hikumata Bexdayê de çareser nebû. Gor nûçeya Rûdawê, Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku pere hê jî ne gihiştiye destê me. Berdevkê wezareta Darayî îfade kiriye ku Banka Navendî ya Iraqê 250 milyar dînar şandiye Liqa Bankeya Navendî ya Hewlêrê, lê tu têkiliyên Hikumeta Kurdistanê bi vê bankeyê re tune ye.

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî îro heman mijarê anî ziman. Dizeyî anî ziman ku Bexdayê di derbarê pere şandinê de tu agahî nedaye me. Em fêhm nakin ku ka Bexdayê ji bo çi pere şandiye vê Bankeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1085 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:45:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x