Herêma Kurdistanê tenê dê pirsa referandom û serxwebûnê bi Bexdayê re gotûbêj bike

Endamenekî Parlamentoya Iraqê ragehand ku, berî niha gelek danûstand di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dihat kirin, lê Herêma Kurdistanê niha tenê ji bo pirsa referandomê û serxwebûna Kurdistanê amade ye li ser maseya danûstandinan rune.

21.05.2017, Paz - 06:36

Herêma Kurdistanê tenê dê pirsa referandom û serxwebûnê bi Bexdayê re gotûbêj bike
Nuçe Belav bike

Endamê Parlamentoya Iraqê Xoşewî Xelîl ji BasNewsê re ragehand, berî niha Herêma Kurdistanê û Bexda gelek danûstandin li ser pirsên darayî û firoştina petrolê kiribûn, lê Bexda panebendî pê nekiribû, di encam de Herêma Kurdistanê rastî kirîzeke darayî jî bibû.

Wî parlamentoyî da zanîn ku, niha Kurdistan di qonaxeke din de ye û tenê wê li ser pirsa referandom û serxwebûna Kurdistanê li gel Iraqê danûstandinan bike.

Îro Şemiyê 20.05.2017 di dema bixakspartina Newşêrwan Mistefa li Silêmaniyê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Emar Hekîm ragehand ku, pêwîste pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Baxda bi danûstandinan werin çareserkirin.

Xoşewî Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku, navmala Şîe hemû ne yeke dengin, ewên bi ser Nûrî Malikî de giringiyê bi gotinên Hekîm nadin, lewma wê yekê dibije.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x