Nivîskarên Foreign Policyê yên bi navê Vera Mironova û Mohmammed Hussein li ser rojeva Rojhilatê Navîn raporek amade kirin. Di raporê de hate ragihandin ku “Rewşa li Iraqê, aliyên xerîb tîne cem hev. Mînaka herî dawî û ecêb jî ev e ku endamên IŞÎDê û Heşdî Şebiyê li herêmên Kurdan bi hev re tevdigerin. Berî niha li ser Kerkûkê IŞÎD û Heşdî Şebiyê li dijî hev şer dikirin, lê belê êdî berjewendiyên hevpar ew anîn cem hev.”
Li gorî îddayên Foreign Policyê Heşdî Şebî dixwaze li Iraqê hakimiyeta xwe berfireh bike. Ji bo vê yekê êdî endamên IŞÎDê yên berê, dixe bin çek û rextan de. Heta niha tenê li Celewlayê 70 endamên IŞÎDê ji bo leşkeriyê hatine girtin.