Hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê piştî sersalê dest pê dikin

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm di axaftina xwe de ragihand ku heyeta Hewlêr û Bexdayê ji bo çareseriya krîzê wê dest bi hevdîtinan bikin.

21.12.2017, Per - 08:14

Hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê piştî sersalê dest pê dikin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên berdest, Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji bo çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê nameyek ji Serokomarê Iraqê Heyder Ebadî û ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

Li gorî nameye, piştî sersalê wê heyetek ji Hewlêrê here Bexdayê û wekî çavdêrê sêyemîn jî dê heyeteke Neteweyên Yekbûyî tevlî hevdîtinan bibe.

Fûad Mesûm di axaftina xwe ya ji bo mijara şandina nameye d got: "Min nameyek ji Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re şand. Di nameyê de min ji herdu aliyan xwest ji bo çareseriya krîzê diyalogeke cidî bidin destpêkirin. Wê heyeteke Neteweyên Yekbûyî jî tevlî hevdîtinan bibe û rola navbeynkariyê bilîze."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 948 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:10:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x