Hêzên Îraqê 24 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê desteser kirin

Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê ragihand ku wan 24 kesên ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin desteser kirin.

27.04.2024, Cts - 19:47

Hêzên Îraqê 24 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê desteser kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew 24 kes li Silêmaniyê hatine desteserkirin û ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Berdevkê Lijneya Yekem a Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê Samî Îsmaîl îro ji Rûdawê re ragihand:

“24 kesan hewl daye bi rêyên neyasayî derbasî nav bajaran bibin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew 24 kes ji Rojhilatê Kurdistanê ne û piraniya wan ji ber nebûna pasaportê hewl daye bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û bixebitin.

Berdevkê Lijneya Yekem a Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê ragihand ku kesên hatine desteserkirin radestî dadgehê hatine kirin û lêkolîn li ser wan tê kirin.

Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê girêdayî Hikûmeta Îraqê ye û berpirs e ji parastina sînoran ji Zaxoyê heta Xaneqînê.

Vî nûçeyê tevayî: 398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:07:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x