Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di êrişa li Qada Gazê ya Kormorê de 4 karmendên Yemenî “şehîd ketine”.

27.04.2024, Cts - 09:45

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyaniyek belav kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:

“Mixabin heta niha 4 karmendên Yemenî şehîd ketine û ziyaneke mezin li qada gazê ketiye ku dê bandoreke berçav li ser kêmbûna elektrîkê bike.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn:

“Di dema borî de hewlên baş ji bo baştirkirina sektora enerjiyê û jêrxana aborî ya li Îraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê hatin dayîn.

Di heman demê de ku gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bileztir dibin, destê xerabkar û têkder careke din bi çalakiyeke terorîstî Qada Gazê ya Kormorê kir armanc.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:38:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x