Êvara roja pêncşemê 27ê Hezîrana 2019an ji ber şerê Tirkiye û gerîlayên PKKê û bombebarankirina du gundên li quntara çiyayê Qendîlê, çar kesan jiyana xwe ji dest dabûn ku bavek û sê zarokên wî bûn, herwiha pênc kes jî ji heman malbatê birîndar bûbûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Hebûna çekdarên PKKê li wan deveran û nêzîkbûn û hatina wan a bi qestî bo nav gund û avahiyan, jiyana gundnişînên wan deveran xistiye metirsiyê, herwiha bûye sedema rêgiriya li vegera jiyan û avakirina wan.”
Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha ye:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiranî û nîgeraniya xwe ya kûr ji ber ketina qurbaniyên sivîl di encama bombebarana deverên sînorî yên li gel Tirkiyê de nîşan dide û sersaxiya malbat û xizmên wan dixwaze.
Hebûna çekdarên PKKê li wan deveran û nêzîkbûn û hatina wan a bi qestî bo nav gund û avahiyan bêbakane jiyana gundnişînên wan deveran xistiye metirsiyê, herwiha bûye sedema rêgiriya vegera jiyan û avakirina wan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nake û rê nade axa wê ji bo êrişkirin û têkbirina asayişa welatên cîran were bikaranîn û ji ber vê jiyana hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûyer û bombebaranên çend rojên derbasbûyî yên li deverên sînorî, nîgeraniya xwe gihandiye Tirkiyê û em daxwaz dikin dubare nebe.