Hikûmeta Kurdistanê bersiva Bexdayê da

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî bersiva şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Ihsan Şammarî da û got: "Herêm amade ye li ser xalên sînorî û balafirxaneyan bike."

02.01.2018, Sal - 10:57

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Bexdayê da
Nuçe Belav bike

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di axaftina xwe ya malpera "El-Xed Press" a Iraqî de got: "Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve ligel çareserkirina pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê bûye. Bêgûman pirsên teknîkî pêwîstiya wan bi diyaloga zêdetir heye. Rênûma û yasa tekezî li ser birêvebirin û serperiştîkirina hevbeş a xalên sînorî dikin, herêm jî amade ye danûstandin li ser pirsên xalên sînorî û firokxaneyan bike."

Sefîn Dîzeyî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ti gotineke radestkirinê di yasa û rênûmayan de derbarê xalên sînorî û balafirxaneyan de derbas nabe, belkî ewê heye behsa rêvebirin û serperiştîkirina hevbeş dike. Heta niha ti danûstandinek derbarê wan pirsan de nehatiye kirin. Me hest bi daxwaza guftûgoyê jî ji Bexda û ji daxuyaniyên serokwezîr kirin, hêvîdar in pirsgirêk çareser bibin."

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Ihsan Şammarî li ser hisabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku Bexdayê biryareke nû li hemberî Herêma Kurdistanê daye û 7 xal jê belav kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1110 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:08:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x