Hikûmeta Kurdistanê ji Hikûmeta Îraqê xwest rêzê li peymana hatiye îmzekirin bigire

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, ji Hikûmeta Îraqê xwest ku rêzê li peymana hatiye îmzekirin bigire û ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê hêsankariyê bike.

23.04.2024, Sal - 21:05

Hikûmeta Kurdistanê ji Hikûmeta Îraqê xwest rêzê li peymana hatiye îmzekirin bigire
Nuçe Belav bike

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê derbarê hinartina petrola Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Wezareta Petrolê ya Îraqê hewl dide ku Herêma Kurdistanê ji rawestandina hinartina petrola Kurdistanê berpirs bide nîşandan.

“Hewl tê dayîn sûcê bikin ê Hikûmeta Kurdistanê”

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji wan daxuyaniyên vê dawiyê yên Wezareta Petrolê ya Îraqê yên derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê hatine belavkirin aghdar e.

Di wan daxuyaniyan de hewl tê dayîn ku ku berpirsyarîtiya serneketine hinartina petrolê bike sûcê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

“Pabendê rêkeftinê bibin”

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Îraqê xwestiye ku pabendê rêkeftina Kanûna Paşîna 2024an a ji bo hinartina petrolê pêk hatiye be û gotiye:

“Ne di destûrê sala 2005an de û ne jî li ti cihekî din ti behane nîne ku Wezareta Petrolê ya Îraqê astengiyan ji hinartina petrolê re çêbike.

Ew hinartin ji bo jiyana hemû gelên Îraqê girîng e.

Herwiha ew hinartin ji bo aştî û ewlehiya enerjiya civaka navdewletî jî gelekî girîng e.”

“Herêma Kurdistanê hemû qanûnan bicih tîne”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştevanîkirina bicihanîna qanûnê berdewam bike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekparçeyî û serxwebûn û desthilata destûrî ya dadgehên Herêma Kurdistanê diparêze.

Qanûna petrol û gazê ya sala 2007an a Herêma Kurdistanê û tevaya qanûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî tên bicihanîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî her dem destûra 2005an diparêze û qanûna sala 2007an diparêze û li ser şertên wan peymanan pabend dibe yên ku li pey wê qanûnê hatine kirin.”

“Hêsankariyan ji bo hinartina petrolê bikin”

“Kanûna Paşîna 2024an her du şandeyên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê civiyan û bê ku em zererê bigehînin mafên xwe yên destûrî, li ser şertên qanûna budceya federalî li hev kir.

Têgihiştineke hevpar di navbera me de çêbû ku ew qanûn bê bicihanîn û hinartin were destpêkirin.

Em piştevaniya Hikûmeta Îraqê dikin ku li ser şertên lihevkirina Kanûna Paşîna 2024an pabend be û hêsankariyan ji bo destpêkirina hinartina petrolê bike.”

Vî nûçeyê tevayî: 138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:57:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x