Hollande: Fransa herdem piştevanê gelê Kurdistanê dimîne

Serok Barzanî Serokê berê yê Fransayê François Hollande bi dostekî mezin ê gelê Kurd dizane û pesnê pêwendiyên gelê Kurdistanê û Firansiyan dike.

25.02.2019, Pts - 14:09

Hollande: Fransa herdem piştevanê gelê Kurdistanê dimîne
Nuçe Belav bike

Roja dûşem 25.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya François Hollande Serokê berê yê Fransa û şandekî li gel kir.

di hevdîtinê de Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Serok Hollande kir û bi dostekî mezinê gelê Kurdistanê wesif kir ku li rojên dijwar û teng ya şerê terorê da serdana Kurdistanê kir û wê serdanê moral û hêviya gelê Kurdistanê bilind kir. Her wiha ragihand ku gelê Kurdistanê wê helwestê ji bîr nake û xwe bi deyndarê Serok Hollande dizane.

Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Fransa jî kir ku herdem piştevan û dostê mezinê gelê Kurdistanê bûne û dostayetiya li gel gelê Fransa ku gelekî xwedî prensîpe, bi şanaziyekî mezin da zanîn.

Her di vê civînê de Serokê berê yê Fransa pêzanînên xwe ji bo qehremanî û wêrekî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û Pêşmerge ya li şerê dijî Da'îş de hebû û xweşhaliya xwe jî derbirî ku niha qonaxekî din li Kurdistanê hatiye holê û Da'îş têkşikaye û hilbijartin hate kirin û proseya demokrasî jî li Kurdistanê bihêz û berdewame û ragihand paşarojeke geş û pêşketinê li benda Kurdistanê dike.

Serok Hollande spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bûne penaya koçber û lêqewimiyan û yarmetiya pêkhatên Mesîhî û Êzîdiyan daye. Eve jî xisterû helwesta Fransa li beranber gelê Kurdistanê nagûhere û bi guhertina dem û çavên siyasiyan naguhere, belku Fransa herdem piştevanê gelê Kurdistanê dimîne.

Di beşeke din a civînê de ronahî xistin li ser gefa teror û tundiya li ser asayişa cîhanê û rêyên nehiştina sedemên serhildana terorê û şerê îdeolojiya terorê.

Her li vê hevdîtinê de rewş û jiyan û guzeraniya Mesîhî û Êzîdiyên Kurdistanê û rewşa koçberan û dabînkirina asayîş û xizmetguzariya xelkê ji navçeyên azadkirî hate nirxandin.

Rewşa Sûriye û paşaroja gelê Kurd li wî welatî mijareke din a vê hevdîtinê bû û ji bilî behskirina pêşhatên dawî, her dû alî tekez li ser parastina gelê Kurd û rêgirtina li koçberî û êş û azarên zêdetir ji bo Kurd li Sûriye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 706 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:01:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x