Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin

Sekreterê Civata Wezîrên Iraqê Elî Ellaq ragihand ku eger Bexda raste rast serpereştiya berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike, hikûmeta federal amade ye meaşên rast ên karmendên Kurdistanê bide.

26.11.2017, Paz - 09:51

Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
Nuçe Belav bike

Sekreterê Civata Wezîrên Iraqê Elî Ellaq ragihand ku eger Bexda raste rast serpereştiya berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike, hikûmeta federal amade ye meaşên rast ên karmendên Kurdistanê bide.

Elî Ellaq diyar kir ku, "Serokwezîrê Iraqê çend caran eşkere kir, ku hikûmeta federal amade ye meaşên karmendên Herêma Kurdistanê bide lê divê hikûmet bi xwe serpereştiya berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike."

Derbarê mijara navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de Elî Ellaq got: "Divê berpirsiyarî û rêveberiya wan herêman raste rast di destê hikûmeta federal de be heta pirsa navçeyên nakok tê çareserkirin."

Ellaq tekez kir ku: "Hikûmeta navendî, di çarçoveya destûr û biryara dawîn a Dadgeha Federal de, ji bo sepandiya desthilata xwe li deriyên sînor, rêşûnên pêwîst bike."

Sekreterê Civata Wezîrên Iraqê herwiha da xuyakirin, ku Serokwezîrê Iraqê dixwaze pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê bi riyên aştiyane û guftugo werin çareserkirin. Çimkî bijardeya serbazî bi prensîbên hevnîştîmanîbûnê re li hev nakin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 839 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:06:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x