Îraqê ji bo lêkolîna êrişa li Qada Gazê ya Kormorê komîteyek ava kir

Şaneyê Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Îraqê ji bo lêkolîna êrişa li Qada Gazê ya Kormorê komîteyek hatiye avakirin.

27.04.2024, Cts - 09:50

Îraqê ji bo lêkolîna êrişa li Qada Gazê ya Kormorê komîteyek ava kir
Nuçe Belav bike

Şaneyê Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê di daxuyaniya xwe de got:

“Li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Fermandariya Operasyonên Hevbeş komîteyek ji bo lêkolîna êrişa dronî ya wêranker a li Qada Gazê ya Kormorê hat avakirin.”

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan diyar kir ku êrişa dronî saet 18:45an hatiye kirin û lê ne diyar e ku ji ku hatiye avêtin û di encamê de 4 karmendên Yemenî mirine û 2 karker jî birîndar bûne.

Şaneyê Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê herwiha got:

“Em vê dijminatiya tawankar a li ser dewlemendiya aborî ya Îraqê şermezar dikin.

Em tekez dikin ku êrişkar ji bo wan dijminatiyên ku dixwazin zerrrê bidin aboriya niştimanî û kar ji bo pêşketin û geşepêdana Îraqê dê cezayê xwe yê wergirin.”

Piştî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Wezaretan ragihand ku piştî êrişê berhemanîna elektrîkê 2 hezar û 500 megawat kêm bûye.

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeyê yê Qadir Keremê yê navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:27:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x