Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî bi daxuyaniyeke hevpar, bûyera li Kerkûk û navçeyên din weke “qeyran, şkestin û karesata siyasî û leşkerî” binav kirin.
Her sê aliyan ragihandin: “Ji bo rûbirûbûna qeyran û karesatan, parastina destkeftiyan û rê û rêbazên proseya siyasî, herwiha rêya çareseriyê ji bo asayîkirina rewşa Xurmatû, Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên din em van daxwazan dikin:
1. Divê statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê û yekrêziya gelê Kurdistan parastî be, em gelê xwe ji metirsiya dubeşbûnê û şerê navxwe rizgar bikin.
2. Ligel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi riya parlamentoyê ve ji bo pêkanîna hikûmeteke demkî dê hewldanên me berdewam bibin. Herwiha ji bo pêkanîna erkê sereke ya mijara birêvebirina guftugoyên pir alî yên li gel hikûmeta federalî, bi çavdêriya rêxistinên biyanî û taybet amadekarî ji bo hilbijartinekî pak û dadperwerî, temamkirina reşnivîsa destûrê bi curekî ku sîstema parlamenteriyê tê de were bicîhkirin û amadekirina bernameyekê ji bo başkirina debar û ebûra hemwelatiyan dê hewldanên me berdewam bibin.
3. Divê hikûmeta Iraqê li gorî destûrê nêzîkî navçeyên nakok be, ji bo asayîkirina rewşê kar bike û koçber vegerin malên xwe.
4. Sazûmana Serokatiya Herêma Kurdistanê were hilweşandin, desthilatên wî li gorî yasayan bidin sazî û dezgehên peywendîdar.
5. Parlamentoya Kurdistan çavkaniya biryar û yasadanînê be û ti desthilateke siyasî li ser parlamentoyê re nebe.