Ji bo çareserkirina pirsgirêkan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî civiyan

Li Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis civiyan.

04.02.2018, Paz - 16:11

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî civiyan
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Jan Kubis li Hewlêrê civiyan. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivîn. Jan Kubis anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê yên bi Bexdayê re dixebite.

Gor agahiyên ku hatin bidesxistin, nûnerê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis dest nişan kiriyê ku "em amadene ji bo alîkariya çareserkirina pirgirêkên di navbera herdu aliyan de. Bi taybetî meseleya mûçeyan û ya vekirina balefirgehên Herêma Kurdistanê em ê hewl bidin ku di demeke nêz de were çareserkirin. Nêçîrvan Barzanî jî van îfadeyan bi kar anî: Her çiqas ji bo çareseriyê hîm gelek gav mabin jî, di pêvajoya çareseriyê de van gavana jî muhim in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 838 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x