Ji bo gellê Kurdistanî axaftina Serok Barzanî ya dîrokî!

Serokê Her;êma Kurdistan Mesût Barzanî îro bang ji gelê Kurd ra kir.

30.10.2017, Pts - 07:09

Ji bo gellê Kurdistanî axaftina Serok Barzanî ya dîrokî!
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyameke vîdyoyî de ragihand, di şeva 16ê Cotmehê de xiyaneteke mezin li hember pêşmerge û gelê Kurdistanê hat kirin û got: “Wê şevê ji pişt ve xencereke jehrî li gelê me dan.”

Mesûd Barzanî di peyama xwe de amaje bi êrişên Iraqê bo ser Kurdistanê kir û got, ku Bexdayê referandum kire hincet bo êrişên xwe, eger na wan ji mêj ve niyeteke wisa hebû û plana wê yekê hebûn.

Her wiha Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger referandum nehata kirin jî plana wan hebû ku êrişî ser navçeyên Herêma Kurdistanê bikin û rewşa wê têk bibin. Em dizanin ferhenga Bexdayê nehatiye guhertin û baweriya wan bi federaliyê jî tuneye."

Li ser helwesta Amerîka, Barzanî amaje bi wê yekê kir, tiştê herî balkêş ew bû, ewên ku Amerîka navên wan bi terorist binav dikirin, li tankên Abrames a Amerîkî siwar bibûn û li pêş çavên Amerîka êrîşî gelê Kurdistanê bikin û Amerîka jî temaşe bike.

Barzanî got: “Eger referandum jî nehatiba kirin, plana hebû bû êrişkirina ser navçeyên Kurdistanî û têkdana rewşa Herêma Kurdistanê, çimku ferhenga Bexdayê nehatiye guhertin û bawerî bi federaliyê jî nebûye.”

Derbarê bûyerên Kerkûkê de jî Barzanî got: “Xiyaneteke mezin di şeva 15 li ser 16ê Cotmehê hat kirin, ewa ku me ti deman pêşbînî nedikir û nedihate xeyala me jî, ew xiyaneta niştimanî ya mezin bû ku li Kerkûkê hat encamdan, ji pişt ve xencereke jehrî li pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê hat dan.

Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir û got, “Bilindtirîn pile û paye ji min re Pêşmergetî ye. We dilniya dikim ligel we dibim û Pêşmergeyê we me.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x