Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, civîna PDK û YNKê taybet bi pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe.
Li gor medyaya YNKê, Polçtburoya YNKê bi serperiştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl beşdarî civînê dibe.
Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî berî çend rojan ji K24ê re ragihandibû, ji bo pêkanîna kabîney nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew wek PDKê li gor destkefta hilbijartinê serederiyê bi aliyên din re dikin.
Zêdetir ji 3 mehan e hilbijartin Herêma Kurdistanê birêve çûye û ji wê demê guftûgoyên derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berewam in.