Şanda HDPê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Mihemed Hecî Mehmûd û berpirsên partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Piştî civîna ji çapemeniyê re girtî, herdu aliyan daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Sekreterê Giştî yê Mihemed Hecî Mehmûd, piştî civîna li gel şanda HDPê ragihand ku ew ji bo yekitiya netewî çi ji destê wan bê ew amade ne bikin. Mehmûd wiha pê de çû: ‘Di civînê de em li ser rewşa siyasî û mijarên yekitiya netewî rawestiyan. Yekrêziya gelê Kurd girîng e. Em weke partî piştgiriyê didin hewldanên HDPê. Ji bo yekrêziya netewî çi ji destê me bê em amade ne.’
Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr jî got, ‘Di hemû hevdîtinan de em li ser yekitiya Kurdan sekinîn. Ji ber wê xebatên me wê ji bi kombûna kongreya netewî berdewam bikin. Divê êdî yekitiya netewî di pratîkê de jî cihê xwe bibîne.’