Piştî êrîşên duh ên li Kerkûkê, Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Seîd di daxuyaniyekê de ragihand, herdu êrîşên Kerkûkê encama bê hêvîbûna terorîstane.
Rakan Seîd herwiha ji Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir, ku hêzên serbazî yên zêdetir bişînin bajêr.
Hêjayê gotinê ye, ku duh 05-11-2017, li Kerkûkê du teqîn çêbûn, ku yek ji wan xwekujî bû û ya din jî bi riya otombêleke bombebarkirî bû û di encamê de 6 kes mirin û 18 kesên din jî birîndar bûn.
Herwiha tê gorin, ku tevaya kuştiyan çekdarên Seraya Selam ya ser bi Heşda Şeibî ne.
Bombeyeke din jî li ber cihê hêzên Heşda Şeibî hatibû danîn lê eşkerebû û hat pûçkirin.
Ji naverastê sala 2014ê heta 16ê Cotmeha 2017ê hêza pêşmerge Kerkûk diparast. Bajêr pir aram bû.