Ji Hadî Amrî bo Serok Barzanî: Di vê qonaxa çarenivîssaz de çavê me li rola bingehîn a we ye

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî di peyameke pîrozbahiyê ya ji bo salvegera damezrandina PDKê de ku ji bo Serok Barzanî şandiye de ragehand, di vê qonaxa çarenivîssaz a rewşa siyasî ya Iraqê de, çavê me li rola bingehîn a Serok Barzanî ye.

19.08.2022, Cum - 11:45

Ji Hadî Amrî bo Serok Barzanî: Di vê qonaxa çarenivîssaz de çavê me li rola bingehîn a we ye
Nuçe Belav bike

Hadî Amrî ji bo Serok Barzanî nivîsand û got: ‘’Di vê boneya pîroz de bîranîna dîrokî ya tekoşîna demdirêj û ew xwîna paqij a ku PDKê di tekoşîna li hember zulmû de bexş kiriye em pêşwazî dikin, herwaha di beşdarbûna bi bandor a bi bingeh kirina sîstema nû ya piştî guhertinên pêkhatin de li gel hêzên din ên niştimanî giring in.’’

Amrî hêvî xwest ku Serok Barzanî û hêzên siyasî yên din jî xwedî rola bingehîn bin di vê qonaxa çarenivîssaz a dîroka Iraqê de, ji bo kûrkirina zimanê gotûbêj û hevtêgeheştin desthilat be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:17:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x