Ji Hewlêr bo Bexda pêşniyarek 7 xalî!

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşniyarek ku 7 xalan pêktê hat pêşkêşkirin.

04.11.2017, Cts - 13:41

Ji Hewlêr bo Bexda pêşniyarek 7 xalî!
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna dawîn a şandên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de, ku roja Pênşemê 02-11-2017, li Mûsilê hate encamdan, herdu aliyan reşnivîsekî 7 xalî ji bo guftugoyan amade kiribûn. Piştî hûrbîniya ser vê reşnivîsa herdu aliyan û razîbûna serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê, me pêşniyarên xwe di 7 xalan de pêşkeşê hikûmeta Iraqê kir û em niha li hêviya bersiva wan in.”

Her wiha Cebar Yawer derbarê naveroka van 7 xalan de zanyarî nedan lê got: “Bi awayekî giştî, mijara sereke bicîhkirina hêzên hevbeş e li navçeyên nakok ûy herwiha çawanî û çendetiya vê hêzê de ye. Kî û çawa dê serpereştiya van hêzan bike? Me daxwaz kiriye, ku li xalên sînor hêzên medenî û yên hevpeymanan hebin. Lê heta niha li ser 3 xalan nakokî hene.”

Roja 16'ê Cotmehê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî êriş anîne ser Başûrê Kurdistanê, Kerkûk, Xurmato û Xaneqîn jî di nav de, çend navçeyek kontrol kirin.

Piştî berdewambûna êrîşan li Hewlêr, Duhok û Deşta Nînowayê pevçûn derketin.

Piştî vê yekê hikûmeta Iraqê liv û tevgera xwe ya leşkerî rawestand û bi serpereştiya Amerîkayê di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de guftugoyan dest pê kir. Herdu aliyan heta niha çendîn civîn kirin lê negihiştine rêkeftina dawî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 826 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:04:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x