Li gorî ragihandinan li sînorê qezaya Xurmatûyê hêzek bi navê Hêza Rizgarî ya Kurd bicih bûye û endamên wan jî ji kurdên xwebexş ên piştî êrişa 16'ê Cotmehê ku Heşda Şeibî û hêzên Iraqî dest daniye ser mal, milk, dikan û her tiştên wan.
Ev şervanên Hêza Rizgarî ya Kurd xelkê navçeya Xurmatûyê bi xwe ne. Bi gotina çend xwebexşan wê hêzê ew şarezayê gund û dol û her ciheke ser bi navçeya Xurmatûyê ve ne û dibêjin, eger rewş wisa berdewam bû, em dê bi şer biçin Xurmatûyê û dawî bi zordariyê bînin ku tînin serê welatiyên sivîl ên kurd.
Li gorî zanyariyan kesên ku tevlî wê hêza nû bûne, ew kesin ku Heşda Şeibî mal û mulkên wan şewitandine, yan teqandine û yan jî dagir kirine û tevî wê çendê jî biryara wan hatiye dan. Xwebexşên Hêza Rizgarî dibêjin, ew guh nadin gefên Heşda Şeibî û diyar dikin ku berxwedana urd berdewam e û ew dê her serbikevin.